Amîda Kurdî - Di nameyeke ku bi rêya şandeya Îmraliyê hat şandin de, Zîzek piştgiriyê dide nêzîkatiya Ocalan a li hember aştî û çareseriyê. Di nameyê de têgihiştinên girîng derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de cih digirin.

Zîzek di nameya xwe ya ji bo Ocalan de wiha nivîsand: "Tu yek ji wan serokan î ku mirov dikare bê şert û merc piştgiriya wî bike." Fîlozofê Slovenî sedema vê piştgiriyê bi helwesta Ocalan a li ser bingeha prensîban, nêzîkatiya wî ya kûr a ku xwe dispêre teoriyê, pragmatîzma wî ya rastbîn û amadebûna wî ya ji bo girtina biryarên zehmet ve girê da.

Zîzek di çarçoveya dîtina xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de got, "Heke hûn bi ser bikevin, tenê Kurd bi ser nakevin, her du alî jî dê bi ser bikevin. Hemû welatiyên li Tirkiyeyê dê xwedî azadî, aştî û refaheke mezintir bin."
Şîrove