AMÎDA KURDÎ - Piştî têkçûna Amedsporê ya li dijî Bandirmasporê, gelek rexneyên mezin hatin bo Amedsporê. Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren di civîneke çapemeniyê de li ser biryarên hakemtiyê yên di maça Bandirmayê de axivî.
Eren got: "Ger me avantaja xwe winda kiribe, erê, em xwe rexne dikin û em ê xwe rexne bikin, vê pêvajoyê binirxînin. Em ê têkoşîna ku me heta îro nîşan daye bidomînin. Ez careke din dubare dikim, me her gav baweriya xwe bi lîstikvanên xwe aniye û em ê baweriya xwe bi wan bînin. Ez bang li hemû alîgirên Amedsporê dikim ku bibin yek. Em ê derkevin Super Lîgê."
Şîrove