AMÎDA KURDÎ - Di roja duyem a Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de lîstika Moraşîn ya Ghotbedin Sadeghi derket pêşberî şanohezan ku gelek hêmayên wek şer, evîndarî, xizanî, dewlemendî qehremanî di xwe de dihewîne. Lîstik xwe dispêre evîndariya jineke Kurd a bihêz û wêrek ku zêdetirîn 40 jinan di vê lîstikê de cih girtin.
Qutbettîn Sadiqî, şanoger Denîz Ozer û Firat Atilgan û her wiha şanohez Nesrîn Soydanê li ser lîstika Moraşînê û Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê fikren xwe bi Amîda Kurdiyê re par ve kirin.
Şîrove