Mizgîniyek bo xanîkirînê: Faîza krediyê bû 1.20

Dîroka Weşanê: Google News
Mizgîniyek bo xanîkirînê: Faîza krediyê bû 1.20

Amadekarî ji bo krediyên demdirêj û bo faîza kêm tê kirin ku welatî bikaribin xaniyê xwe yê yekem bikirin. Ev rêziknameya nû bi hezaran malbatên Amedî ku yên dixwazin bibin xwedî xanî eleqedar dike.

AMÎDA KURDÎ - Piştî civîna Komîteya Îstîqrara Malî, rêveberiya aborî amadekariyan dike ku welatî hem bikare deynên takekesî bide û hem jî bikaribe xanî bikire. Di vê çarçoveyê de, her çend sînorkirin li ser hesabên krediyê hebin jî, kampanyayek nû ya krediya xaniyan dest pê dike ji bo kesên dixwazin xanî bikirin.

Kriterên dahatê bo hisabên KMHê

Rêveberiya aborî ji bo hesabên KMH yên nû vekirî krîterên dahatê destnîşan dike. Li gorî vê, sînorê KMH dê herî zêde 3 qatê dahata mehane ya welatiyan be.

Xanîkirîn dê hêsantir bibe

Ev kampanya dê ji hela bankayên giştî ve bê detpêkirin û rêjeya faîzê ya 1.20 dê ji bo diravdanên demdirêj were sepandin.

Kesên ku şertên krediyê bicîh tînin dikarin serî li bankayên giştî bidin û jê sûdê werbigirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove