Mîkaîl Aslan da zanîn ku destpêkê dema konserê wekî 15ê Gulanê li Navenda Çandê ya Sezai Karakoç a Amedê hatibû plankirin lê ji ber çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî yên di heman rojê de, dema konserê guherî ye.

Mîkaîl Aslan di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji ber van pêvajoyên bipaşxistin û betalkirinê em li hemberî gel û guhdarên xwe yên hêja gelekî mehcup bûne û em lêborîna xwe dixwazin.
Ji bo ku em vê neyîniyê piçekî jî be telafî bikin, me biryar daye em konsera xwe ji her kesî re vekirî û wekî konsereke gel a bê pere li dar bixin.
Bi hêviya ku em 1ê Hezîranê demjimêr 20:00an li Qada Şêx Seîd li derve werin ba hev.”
Şîrove