Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê didome

Dîroka Weşanê: Google News
Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê didome

Şaredariya navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê, bernameya "Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê" didomîne.

Amîda Kurdî - Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê di 31ê Tîrmehê de dest pê kir û dê heta 9ê Tebaxê bidome.

Mihrîcan bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene!” didome.

Di bernameyê de ne tenê muzîk, her wiha şano, pêşangeh, panel û fuara pirtûkan jî cih digirin.

Îro jî bi bernameyên xwe yên taybet didome ev mîhrîcane û bernameya rojên pêşiya me wiha ye:

Roja Sêşemê 4ê Tebaxê, demjimêr 15:00-17:00an li Parka Baxçeyê Milet "Dîwana Dengbêjan" tê sazkirin. Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Mehemedê Serhedî dê kilamên xwe bibêjin. Bi şev jî Koma Rengîn, Cevdet Bagca û Koma Agirê Zerdeşt dê konserê bidin.

Roja Çarşemê 5ê Tebaxê, demjimêr 11:30î li ber Yaşam AVMyê "Fuara Pirtûkan" tê vekirin. Demjimêr 14:30î panelek li ser "Madeyên Hişbir" tê lidarxistin. Konsera şevê jî dê ji aliyê Eylul Nazlier, Murat Demîr û Siya Şevê ve were dayîn. Geşta Nemrûdê û hunera jinan

Roja Pêncşemê 6ê Tebaxê, tenê konser heye û Servet Kocakaya, Ayfer Duzdaş û koma Bajar dê derkevin ser dikê.

Roja Înê 7ê Tebaxê, demjimêr 10:00-13:00an geştek ji bo Kraterên Nemrûdê tê organîzekirin. Bi şev hunera jinan li pêş e; Koma Erbaneyê ya KASEDjin, Koma Govendê ya Jinan a Arjînê, Mizgîn Turan û Tara Mamedova dê li beravê bin.

Roja Şemiyê 8ê Tebaxê, demjimêr 11:00an li Parka Baxçeyê Milet çalakiya "Gerok ma" heye. Demjimêr 14:30-16:00an li Salona Pêşangeha Fuarê, Şanoya Bajêr a Amedê lîstika "Dawiya Dawî" nîşan dide. Bi şev jî Serdar Canan û koma navdar a Rojhilatê Kurdistanê Kamkar dê konserê bidin.

Fînala mîhrîcanê

Mîhrîcan roja Yekşemê 9ê Tebaxê bi konsereke mezin bi dawî dibe. Demjimêr 20:00an li Qada Çalakiyê ya Beravê, Koma Amed û Îlkay Akkaya dê derkevin ser dikê û mîhrîcanê bi dawî bikin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove