Amîda Kurdî - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan

Yek ji xalên girîng ên civînan jî dosyeya perwerdeyê ye. Aliyê Kurdan daxwaz dike ku mufredata Kurdî ya ku ev 15 sal in li Rojavayê Kurdistanê tê bicihkirin bi fermî were naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Li aliyê din, tê destnîşankirin ku rêveberiya Şamê pêşniyar kiriye ku Kurdî wekî "derseke bijarte" were pêşkêşkirin.

Îlham Ehmedê beriya serdana Şamê tekez kiribû ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û nabe bibe mijara bazarê. Wê her wiha destnîşan kiribû ku ew dixwazin ev yek di destûra Sûriyeyê de bi garantiyeke qanûnî were parastin.
Şîrove