Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li ser çi civiyan?

Dîroka Weşanê: Google News
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li ser çi civiyan?

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Şama paytexta Sûriyeyê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya. Di civînê de behsa temamkirina pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê û HSDê de hate kirin.

AMÎDA KURDÎ - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li Şamê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera re civiyan.

Li gorî agahiyên ku Solîn Mihemed Emînê peyamnêra Rudawê dane, Ehmed Şer ji Mezlûm Ebdî xwestiye ku pêvajoya hilweşandina HSD û Rêveberiya Xweser û tevlîbûna wan a nav saziyên dewletê bileztir bikin. Mezlûm Ebdî di bersiva xwe de diyar kiriye ku ew ji bo vê yekê garantî û ewlehiyê dixwazin.

Her du aliyan li ser "yekkirina" saziyan li hev kiriye û tê gotin ku pêvajoya yekkirina saziyan ji sedî 70 temam bûye.

Perwerde û zimanê Kurdî

HSD û Rêveberiya Xweser dixwazin ku zimanê Kurdî bi temamî di bernameya xwendinê de cih bigire lê belê hikûmeta Sûriyeyê pêşniyar dike ku di hefteyê de tenê çend saetan dersên Kurdî hebin.

Di civîna li Şamê de Ehmed Şer, Mezlûm Ebdî, Sîpan Hamo û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê cih girtiye.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove