AMÎDA KURDÎ - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya (HSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de got, “Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin û misogerkirina ewlehiya Şingalê û gelê me yê Êzidî berpirsyariyeke exlaqî, mirovî û navneteweyî ye.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera 12an a komkujiyê de, bi rêya hesabê xwe yê Xê ev peyam da:
“Di salvegera 12emîn a jenosîda Şingalê de, em bi rêzdarî hemû cangoriyan bi bîr tînin.
Her wiha em bi serfirazî şervanên xwe yên ku canê xwe ji bo parastina gelê me yê Êzidî feda kir û beşdarî têkbirina terorîzma DAIŞê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan ji jenosîdê bûn, bi bîr tînin.
Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin û misogerkirina ewlehiya Şingalê û gelê me yê Êzidî berpirsyariyeke exlaqî, mirovî û navneteweyî ye.”
Şîrove