Mezlûm Ebdî: Hêj min bi fermî dest bi erka xwe nekiriye

Dîroka Weşanê: Google News
Mezlûm Ebdî: Hêj min bi fermî dest bi erka xwe nekiriye

Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku piştî biryara fesixkirinê tevlî Artêşa Sûriyeyê bûn, diyar kir ku herçend wî hêj bi awayekî fermî erkê şêwirmendiya serokatiyê wernegirtibe jî, ev pozîsyon têkiliyên bi Tirkiyeyê re jî li xwe digire.

Amîda Kurdî – Mezlûm Ebdî, piştî ragihandina fesixkirina HSDyê, di axaftineke xwe ya ji bo İlke TVyê de derbarê serdema nû û mijarên heyî de daxuyanî dan.

Ebdî bal kişand ser wê yekê ku di dema rêveberiya xweser de zarokan karîbûn ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerdeyê bibinin û destnîşan kir ku mafê perwerdeya bi kurdî yê ku niha ji aliyê dewletê ve tê naskirin, li gorî wê ezmûna berê kêmtir e. Herwiha wî dubare kir ku hêj bi awayekî fermî dest bi erkên xwe yên wekî şêwirmendê serokatiyê nekiriye.

Ebdî behsa zarokatiya xwe kir û qala wê yekê kir ku ji ber xwendin û nivîsandina pirtûkên kurdî hatiye girtin, wî vegot ku dema ew hêj 13 an 14 salî bû, dibistana wî ji ber hebûna pirtûkên kurdî rastî serdegirtinê hatibû û wî nêzîkî hefteyekê di girtîgehê de derbas kiribû.

Mafên yasayî yên Kurdan di çi merheleyê de ne?

Ebdî diyar kir ku pêvajoya amadekirina destûra nû ya ku li pêş e, ji bo kurdan dê pir girîng be, wî destnîşan kir ku herçend hêj nexşeyeke demê ya teqez tune be jî, tê payîn ku di nava du-sê mehên bê de komîsyoneke amadekirina destûrê were avakirin. Wî daxwaza xwe anî ziman ku nûnerên kurd jî di vê komîsyonê de cih bigirin û bibîr xist ku di peymanên 10ê Adarê û 29ê Çileyê de biryarên derbarê kurdan û zimanê kurdî de hatibûn girtin û herwiha fermanên serokatiyê jî xalên têkildarî mafên kurdan li xwe digirin.

Têkiliyên bi Tirkiyeyê re dê çawa bin?

Mazlûm Ebdî, bi balkişandina li ser "pêvajoya çareseriyê" ya li Tirkiyeyê diyar kir ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê nikarin ji hev cuda werin nirxandin, wî destnîşan kir ku ev her du mijar demeke dirêj e bandorê li hev dikin.

Erkên nû hê dest pê nekirine

Ebdî her wiha behsa tayînkirina dawî ya Îlham Ehmed wekî endama Parlamentoya Sûriyeyê bi biryarnameya serokatiyê û erkdarkirina xwe ya wekî şêwirmendiya Serokkomariyê kir. Wî diyar kir ku ev erkên nû hê bi awayekî fermî dest pê nekirine û ew ê piştî temamkirina karên têkildarî pêvajoya entegrasyonê, li Şamê dest bi erkên xwe bike.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove