Amîda Kurdî - Hat ragihandin ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed dê ji bo gotûbêjkirina li ser peymana 29ê Çile û qonaxa dawî ya entegrasyona saziyan ligel hikûmeta Sûriyeyê, biçin Şamê.

Ebdî peyama temambûna entegrasyonê dabû
Di axaftineke xwe de li merasîma 100emîn salvegera damezrandina bajarê Qamişloyê, Mazlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya entegrekirina saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava Sûriyeyê temam bûye û pêvajoya entegrasyonê ketiye "qonaxeke nû".
Di vê navberê de, piştî hewldanên entegrasyonê yên têkildarî mijarên leşkerî tê payîn ku di demeke nêzîk de ragihandina fermî ya fesihkirina HSDyê jî ji raya giştî re were kirin.
Şîrove