Amîda Kurdî - Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kir ku Serokkomarê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer bi fermaneke serokkomariyê, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî wekî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê destnîşan kiriye.

Di wêneyê fermana serokkomariyê de ku ji aliyê SANAyê ve hatiye belavkirin, amaje bi navê temam ê Mezlûm Ebdî hatiye kirin û tê de tê gotin:

"Birêz Mistefa Xelîl Ebdî wekî şêwirmendê serokkomariyê tê destnîşankirin."
Şandeyeke HSDyê û Rêveberiya Xweser bi mebesta hevdîtina li gel berpirsên payebilind ên Sûriyeyê çûbû Şamê. Di wê civînê de pêşniyara postekî ji bo Mezlûm Ebdî û Hevseroka berê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê hatibû kirin.
Bi vê biryarnameyê ev post diyar bû û bi fermî hat ragihandin.
Şîrove