AMÎDA KURDÎ - Piştî têkçûna Amedsporê ya li dijî Bandirmasporê gelek rexneyên mezin hatin bo Amedsporê.
Amedspor teknik direktörü Mesut Bakkal:
— Amida Haber (@AmidaHaber) April 22, 2026
Amedspor şampiyon olsun arkamdan teneke bağlasınlar pic.twitter.com/MSPxexmCrF
Di civîneke çapemeniyê de ku li tesîsên Şehmus Ozerê pêk hat de mamosteyê Amedsporê Mesut Bakkal axivî û got, "Ma palpiştiya ku ji me re tê kirin ewqas zor e? Ma ewqas zor e piştgiriyê bidin Amedsporê? Hûn dizanin em niha çima li vir in? Bûyerên ku hatine serê me em anîn vê derê.’’

‘Ger dê Amed bibe şampiyon, ez dikarim aniha biçim’
Bakkal axaftina xwe bi gotina "Ez vê yekê bi dilsozî dibêjim û ez lêborînê dixwazim ger min xeletî kiribe. Binêrin, ez lêborînê dixwazim û ez ji her kesî lêborînê dixwazim. Lê ez ji vê derê pir hez dikim. Ez ji her kesî bêtir dixwazim ku Amedspor bibe şampiyon. Ez ê dîsa bibêjim, ger dê Amed bibe şampiyon, ez dikarim aniha biçim. Ez ê siwarî otomobîlê bibim û biçim."
Şîrove