AMÎDA KURDÎ – Kaptanê Tîma Neteweyî ya Arjantînê, Lionel Messi, ragihand ku kariyera xwe ya bi tîma neteweyî re bi dawî tîne. Biryarên Messi li futbola Arjantînê wek dawîbûna serdemekê tê nirxandin.

Messi bi Arjantînê re di salên 2021 û 2024an de Copa América û di sala 2022an de Kupaya Cîhanê bi dest xist. Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de jî wî Arjantîn gihand fînalê. Piştî têkçûna Arjantînê ya li hember Spanyayê di fînalê de, Messi bi tîma neteweyî re xatirê xwe xwest.
Messi kariyera xwe ya bi Tîma Neteweyî ya Arjantînê re bi 207 maç û 125 golan bi dawî anî û wek lîstikvanê ku herî zêde maç lîstiye û herî zêde gol avêtiye, ji tîma neteweyî veqetiya.
Şîrove