Mesrûr Barzanî: Sînorê sebira me jî heye

Dîroka Weşanê: Google News
Mesrûr Barzanî: Sînorê sebira me jî heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li partiyên siyasî kir ku "berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, parlamentoyê bicivînin û hikûmetekê ava bikin, ji ber ku sînora sebira me jî heye."

Amîda Kurdî - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma 31emîn a derçûna Zanîngeha Dihokê de axivî.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de derbarê zanîngehê, paşeroja ciwanan, pêwendiyên Bexda-Hewlêrê, Hêzên Pêşmergeyan û bidawîhatina piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê, her wiha avakirina hikûmeteke nû û jinûveçalakkirina parlamentoyê ya li Herêma Kurdistanê rawestiya.

"Mixabin, tevî du salan e parlamento hîn nehatiye civandin û hikûmet nehatiye avakirin.

Berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û berjewendiyên gel û welatê xwe li ber çavan bigirin.

Dest bidin hev, parlamentoyê bicivînin û hikûmetekê ava bikin. Ji ber ku sînorê sebira me jî heye."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove