‘Me Çi Xwend Çi Nexwend’ ji Pall Weşanê derket

Dîroka Weşanê: Google News
‘Me Çi Xwend Çi Nexwend’ ji Pall Weşanê derket

Kitêbeke nû ji Pall Weşanê derket ku amadekara kitêbê Fahriye Adsay e û navê kitêbê Me Çi Xwend Çi Nexwend e.

Amîda Kurdî - Pall Weşanê li ser “xwendinê” kitêbeke kolektîf weşand. Amadekara kitêbê Fahriye Adsay e û ji bilî wê 12 nivîskarên kurd ên ji deverên cuda li ser tecrubeyên xwe yên “xwendin” û “ne-xwendin”ê nivîsîn. Nivîskarên kitêbê Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan û Ümit Fırat in.

“Me Çi Xwend Çi Nexwend” kitêba sêyem a rêza “hûrgilî”yê ye. Berî vê “Trêna li Sstasyona Xwe Digere” û “Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr” ji vê rêzê derketibûn.

Nivîsa paşbergê:

Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em behsa dîroka xwe ya nêz jî dikin wek parçeyek ji dîroka sosyolojiya me ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya me. Bi vê behsê re em li pey xwe vedigerin û li ser xwendinên xwe difikirin, wan dinirxînin.

Ev xebat vexwendinnameyek e jî ku em xwe bêhtir bikin mijara nivîs, fikirîn û nirxandinê; belkî bikarin mihasebeyekê bikin di ser xwendinên xwe re; ya giringtir, hev nas bikin, dawa xwe ji hev re vekin. Em bi hev re binêrin ka xwendinê û kitêban çi dane me, çi ji me birine. Dibe ku mihasebeyeke kolektîf a jidil û semîmî ya li ser xwendin û ne-xwendinên me yên nexasim 60-70 salên dawî bibe bingeha zemîneke nû ya nîqaş, fikir û şiroveyên nû. Xwendin çiqas parçeyek ji jiyana me be, rûbirûbûna bi xwendinên xwe re dibe ku rêyên nû veke li ber me. Tu rê venebe jî, qet nebe dikare şiyana me ya fikirînê xurttir bike, kaniyên me yên fikrî yên xetimî veke.

Fahriye Adsay

Ji Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve ye. Lîsansa xwe di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ, Enqere) de xwendiye. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa ziman û edebiyata kurdî de, li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê de master kiriye. Kitêba wê Yezidi Kadınlar, Kültürel Sınırların Edilgen Muhafızları di 2014an de ji nav weşanxaneya Avestayê derket. Edîtora kovara Zaremayê ye (blog.kovarazarema.com). Ji 2013an vir ve ji îngilîzî bi dehan kitêb û meqale wergerandine ser tirkî û kurdî.

Xwendevan dikarin ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove