AMÎDA KURDÎ - Futbolîstê Amedsporê Mbaye Diagne piştî maça Pendiksporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî posteke balkêş kir. Futbolîstê xwedî ezmûn bi dilsozî pêvajoya tranferkirina xwe ya bo Amedsporê û armancên xwe anî ziman.

Diagne di posta xwe de diyar kir ku wî roja ku banga yekem ji Amedsporê wergirtiye ji bîr nekiriye û got, "Ew roja yekem pir baş tê bîra min dema ku kesek ji Amedsporê gazî min kir û got, 'Mbaye, tu dixwazî werî Amedsporê?'"

'Ez pênc rojan li ser fikirîm'
Diagne: "Piştî pênc rojan, min got 'Erê'; ez têm ku bibim şampiyon. Bi îzna Xwedê..."
Diagne got, "Gelî hevalan ev kar fedakariyê dixwaze! Her maç fînalek e. Divê em li mala xwe û li deplansmanê bi ser bikevin; hûn bi vî rengî dibin şampiyon." Mbaye Diagne peyama xwe bi vê yekê bi dawî kir, "Hîn tiştek neqediyaye. Divê em bi vî rengî bidomînin. Ji niha û pê ve her maç fînalek e."

Fûtbolîstê Amedsporê heta niha di 22 maçan de 20 gol avêtine û 5 asîst kirine, ku ew kiriye golkarê herî baş ê tîmê.
Şîrove