AMÎDA KURDÎ - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî ji rêveberiya Amerîkayê re spasiya xwe kir, ji ber wan piştgiriya pêvajoya agirbestê kirine.
'Em ê bi cidî ji bo parastina agirbestê bixebitin'
Ebdî di daxuyaniya bi rêya Xê de diyar kir ku li gel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack civînek li Hewlêrê pêk anîne û got:
"Me civînek berhemdar bi Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper re li Herêma Kurdistana Iraqê li dar xist."
Piştgiriya ku Amerîkayê û Serok Trump ji bo pêvajoya agirbestê daye û her weha hewldanên Barrack ji bo vegera diyalog û danûstandinên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de, ji bo me cidî, girîng û dilxweşker in.
Em ê bi hemî derfetên xwe û bi awayeke cidî bixebitin da ku entegrasyonek rastîn misoger bikin û agirbesta heyî biparêzin.”

Peyama spasiyê ya Barrack ji bo Iraqê
Di vê navberê de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack, di postek li ser hesabê xwe yê Xê de, li ser navê Serok Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio spasiya hikûmeta Iraqê kir û diyar kir ku Iraq di şerê li dijî DAIŞê û di misogerkirina aramiya herêmê de roleke girîng dilîze û ev beşdarî ji bo ewlehî û aştiya herêmî pir girîng e.

Macron bi rêya telefonê piştgiriya xwe pêşkêş kir
Mazlum Ebdî her wiha ragihand ku wî bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivîye. Ebdî diyar kir ku Macron piştgiriya xwe ji bo hewildanên ji bo parastina agirbestê û vegera diyalog û danûstandinan li Sûriyeyê aniye ziman. Wî her wiha got ku wan li ser pêkanîna peymanên ku berê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatine çêkirin û parastina mafên hemû pêkhateyan jî nîqaş kirine.
Şîrove