Macron dê beriya serdana xwe ya Şamê bi Mezlûm Ebdî re bicive

Dîroka Weşanê: Google News
Macron dê beriya serdana xwe ya Şamê bi Mezlûm Ebdî re bicive

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo dîtina piştgiriyeke aborî û siyasî dest bi geşteke dîplomatîk a li Ewropayê kir.

AMÎDA KURDÎ - Li gorî çavkaniyên agahdar ên ku ji Al-Monitorê re axivîne, Mezlûm Ebdî hêvî dike ku vê hefteyê li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Lê belê, berpirsên birêvebiriya Trump li dijî pêkanîna vê hevdîtinê ne.

Tê îdiakirin ku sedema sereke ya vê yekê ew e ku Macron dê meha bê Şamê ziyaret bike.

Amerîka naxwaze bi hevdîtina Mezlûm Ebdî, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer aciz bibe.

Yekê ji çavkaniyan diyar kir ku dibe Ehmed Şer vê hevdîtinê wiha şîrove bike ku "asta Mezlûm Ebdî wekî ya wî tê dîtin" û ev yek jî dê bibe sedema acizbûna Ehmed Şer.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove