AMÎDA KURDÎ - Hewldanên rêveberiya Amedsporê, ku bi rojan e berdewam dikin, encam dane. Hat ragihandin ku maça Esenler Erokspor û Amedsporê dê bi saya hewldanên rêveberiya Amedsporê li ser ekranên TRT Kurdiyê zindî were weşandin.

Maça ku alîgirên Amedsporê û hezkiriyên fûtbolê ve bi kelecanek mezin li bendê ne hem Kurdî û hem jî Tirkî dê li ser TRT Kurdiyê zindî were weşandin.

Amedspor, ku bi 70 puanan di rêza duyemîn de ye, dê saet di 20.00an de dê li Stenbolê li dijî Eroksporê bilîze.

Hat ragihandin ku maç dê bi vebijarka şîroveyên duzimanî û kalîteya weşana HD li ser TRT Kurdiyê were weşandin. Her wiha lîstik dê li ser radyoya TRT Kurdî jî were weşandin.
Şîrove