Amîda Kurdî - Zaningeha Selaheddînê ya Hewlêrê ragihand ku bi hevkariya wan li zaningeheke Pekîna paytexta Çînê beşa zimanê Kurdî tê vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Zaningeha Selaheddînê ya Hewlêrê hevkar û hevahenga sereke ya vekirina beşa Kurdî ya li Zaningeha Pekînê ya Çînê ye.”
Berdevkê Zaningeha Selaheddînê Saman Ebdulah îro di axaftina xwe ya bi Rûdawê re wiha anî ziman:
“Ev beş ji bo Çîniyan e û ew dê îsal xwendekaran wergirin. Dê hejmara xwendekarên wergirtî di navbera 10 û 20î de be. Ew xwendekarên ku li Çînê li beşa Kurdî tên wergirtin, dê 3 salên yekem bi zaravayê Soranî bixwînin. Ew dê sala çarem jî bi Kurmancî bixwînin.”
Şîrove