AMÎDA KURDÎ - Pêşbirkên xwendina helbestên Kurdî li Mêrdîn, Wan û Stenbolê rê li ber ziman vedike û zimanî li ber zarokan xweş dike.
Di 14 salên dawî de dersên Kurdî li hinek qadan deng vedide. Bo mînak di dibistanan de wek dersa Kurdî ya hilbijêr tê hînkirin û heman demê de li çend zaningehan de jî beşa Kurdî heye ku Kurdî di akademiye de jî cih digire.
Van 6 salên dawî ne jî bernameyek nû li vê qadê zêde bûye. Li navendên cuda, bi tarzên cuda lê bi heman navî, Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî.

Mêrdîn û hemû navçeyên wê
6 sal in li Mêrdînê û hemû navçeyên wê bi destûra Walîtiyê li gelek dibistanên navîn tevlî pêşbirka xwendina helbestên Kurdî dibin. Sala borî li 28 dibistanan ev pêşbirke hatiye lidarxistin û ji her dibistanekî jî 5 heta 20 xwendekaran tevlî vê pêşbirkê bûne. Piştî temambûna pêşbirkên dibistanan ji her dibistanekî xwendekarek hatiye hilbijartin û pîşbirkek giştî jî hatiye lidarxistin. 28 xwendekar di bin jûriya ku ji mamosteyên Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zaningeha Mardin Artukluyê de beşdarî pêşbirkê bûne.
Pêşbirk bi bi cîl û bergên Kurdî hatiye lidarxistin û her tiştek bi awayeke fermî hatiye birêvebirin û serkêşiya wê pêşbirkê niha ‘Zergan İmam Hatip Ortaokulu’ dike.
Berpirsê vê pêşbirkê Tarık Yılmaz bi Amîda Kurdiyê re axivî û got, ‘’Em dixwazin zarokên me hînî Kurdî bibin û divê bêtirs dersa Kurdî bê hilbijartin.’’
Îsal jî dê 21ê Gulanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ev pêşbir bê lidarxistin.

Li Wanê û Stenbolê yekemin car
Li Wanê pêşbirka xwendina helbestên Kurdî dê îsal yekemîn car ji aliye saziyên sîvîl ve bê lidarxistin. Entitûya Ehmedê, Nûbihar Komele û Akademy dê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, 9ê Gulanê lidar bixe. Lê belê ev pêşbirk ji bo her zarokê ku temenê wan 7 heta 15 saliye derbasdar e. Zarok dikarin bi kişan û şandina vîdyoyekê tevlî vê pêşbirkê bibin û bo xelatgirtinê beşdarî bernameya ku dê 9ê Gulanê li VAN TSOyê were lidarxistin, bibin.
Berpirsê pêşbirka li Wanê Hikmet Yildiz diyar kir ku dê piştî pêşbirkê konserek hebe ku Neslîxan Edîş, Şivan Ulaş û Dengbêj Taha dê di vê konsere de cih bigirin.

Li Stenbolê
Di pêşbirka Stenbolê de prensîbên cuda hene. Xwendekar dikarin bi şerta ku dersa Kurdî hilbijartîne tevlî vê pêşbirkê bibin. Heman deme de dikarin hem bi nivîs û helbestan tevlî bibin hem jî bi zareveya Zazakî û Kurmancî tevlî bibin.
Şîrove