Li Somayê 5 karkerên madene jiyana xwe ji dest dan

Dîroka Weşanê: Google News
Li Somayê 5 karkerên madene jiyana xwe ji dest dan

Doh nîvro li navçeya Somayê ya parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyeyê di kaneke madenê de herifîn çêbûbû. Hat ragihandin ku hejmara miriyan derketiye 5an.

Amîda Kurdî – Li Somayê di qonaxa destpêka herifîna madene de hatibû ragihandin ku ji 7 karkerên di bin herifînê de mabûn 2 karker sax hatine rizgarkirin û tîm gihîştine termên 2 karkeran. Parêzgariya Manîsayê ragihand ku termên 3 karkerên din di kana madenê ya li navçeya Somayê de hatine dîtin.

Bi dîtina termên van karkeran re, hejmara karkerên ku di bûyerê de mirin derket 5an.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got:

"Tîmên me xwe gihand her sê karkerên me yên madenê yên ku di bin herifînê de man û mirine.”

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove