AMÎDA KURDÎ - Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de, Serra Bucak û Doğan Hatun ji Partiya DEMê bi sedî 64ê dengan bûn hevşaredar.
Piştî nêzîkî du salan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de guhertinên girîng têne pêşbinîkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rêveberiya şaredariyê di gelek beşên krîtîk de amadekariyên guhertinê dike. Di vê çarçoveyê de, hat hînbûn ku Sekreterê Giştî yê niha, Emrullah Gorduk, ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî Serdar Bakıroglu hatiye danîn. Tê payîn ku Bakıroğlu roja Duşemê dest bi erkên xwe bike.

Dê tîma xwe ava bike
Tê ragihandin ku Serdar Bakıroglu dê piştî wergirtina erkê xwe yê nû tîma xwe ya xebatê ava bike û guhertinên berfireh di beşan de bike.
Çavkaniyan destnîşan dikin ku ev sererastkirin dê tenê bi çend navan ve sînordar nebe. Tê payîn ku tayînkirinên nû li Şaredariya Bajarê Mezin di rojên pêş de ji raya giştî re werin ragihandin.
Şîrove