AMÎDA KURDÎ - Ji bo vê maça girîng, bi hezaran alîgir serê sibê bi qasî 20 otobus û gelek wesayîtên taybet ji Wanê ber bi Diyarbakirê ve hatin. Piştî fitareyê, alîgirên Vansporê bi coşek mezin ligel alîgirên Amedsporê ketin stadyûmê.
Beriya maçê, hem alîgirên Amedspor û hem jî Vansporê govend girtin û peyamên biratiyê ji hev re şandin. Alîgiran tekez kir ku Van û Amed bira ne. Balkêş bû ku alîgirekî hem ala Vansporê û hem jî ala Amedsporê rakir û peyama biratiyê da.
Alîgiran diyar kirin ku serketina vê maçê pir girîng e bo Amedsporê.
Şîrove