AMÎDA KURDÎ - Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 09:00an çêbûye.
AFADê diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Meletî ye.
Vê erdhejê di kûrahiya 7,03 kîlometrayan de rû daye.
Li gorî agahiyên ku AFADê dane, li Amed, Semsûr, Xarpêt, Riha û Dêrsimê jî hest bi vê erdhejê hatiye kirin.
AFADê daxuyanî da ku heta niha rewşeke neyînî çênebûye û xebatên li qadê berdewam dikin.
Şîrove