Li Kobaniyê piştî kuştina Sîpan Huznî alozî derket: Mirî û birîndar hene

Dîroka Weşanê: Google News
Li Kobaniyê piştî kuştina Sîpan Huznî alozî derket: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê piştî kuştina şervanê bi navê Sîpan Huznî alozî derket û li zindana bajêr şewat çêbû. Di şewatê de 3 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan girtî jî birîndar bûn.

Amîda Kurdî - Piştî kuştina Sîpan Huznî li bajêr alozî derket û derdora saet 02:00an li zindana Kobaniyê şewatek derketiye. Ji ber şewat û dûxana zêde gelek girtî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyên bajêr.

Heta niha sedema derketina vî agirî bi zelalî nehatiye zanîn û lêkolîna aliyên pêwendîdar li ser bûyerê didome.

Bijîşkê Nexweşxaneya Almanî ya li Kobaniyê Dr. Mizgîn Murşîd li ser rewşa birîndar û qurbaniyan daxuyanî da û anî zimên ku rûdanên li Kobaniyê gelekî mezin in.

Dr. Mizgîn Murşîd eşkere kir ku di zindanê de 26 girtî şewitîne û got:

"3 kes ji wan girtiyên şewitî mirin.

Rewşa tenduristiyê ya ji sedî 60î ya girtiyên şewitî baş e û dermankirina wan berdewam dike lê rewşa birîndarekî ne aram e."

Li aliyê din, berpirsên ewlehiyê ragihand ku aliyên pêwendîdar li ser tawanê dest bi lêkolîneke hûr kiriye û beşek ji gumanbarên kuştina Sîpan Huznî hatine desteserkirin.

Hat destnîşankirin ku şopandina ewlehî û îstixbaratê berdewam dike heta ku hemû tohmetbar bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove