AMÎDA KURDÎ – Îranê tevî ku biryar betal kiribû xwendekarekî Kurd ê 21 salî daleqand. Ev bûyer xeleka dawî ya wan îdaman e ku di mehên dawî de bi "lixwemikurhatinê bi darê zorê" û şkenceyê hatine wergirtin, pêk tên.
Çavkaniyek ji Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê re axivî û wê çavkaniyê ragihand ku xwendekarê Kurd Umêd Bêhzad ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew doh li cihekî nenas hatiye îdamkirin."
Li gorî çavkaniya Kurdpayê, malbata Behzad roja yekşemê ji bo hevdîtineke dawî hatiye xwestin.
Lê belê rayedaran li ser sedema bicihanîna îdamê ti daxuyanî nedane, her çend Dadgeha Bilind biryar betal kiribe jî.
Di nûçeyê de li ser dema desteserkirinê, cihê îdamê, aqûbeta terman an jî hûrgiliyên darizandinê ti agahiyên din nehatin dayîn.
Her wiha nediyar e ku gumanbaran parêzerekî serbixwe heye yan na.
Li gorî amarên Kurdpayê, herî kêm 359 kes hatine îdamkirin.
Di nav pêkhateyên etnîkî de bi 30 îdaman Kurd rêjeya herî bilind pêk tînin.
Şîrove