AMÎDA KURDÎ - Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê ve bi 245 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê îro bi 17 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Hewlêr bi 205 dron û mûşekan, Silêmanî bi 34 dron û mûşekan, Dihok bi 4 dronan û Helebce jî bi du dronan hatine armanckirin. Di encama van êrişan de pênc kesan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.

Li gorî lêkolîna Rudawê, 205 êrişên bi dron û mûşekan li ser xalên cuda yên Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda bajêr kirine hedef. Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên ku Îran piştgiriyê dide wan berpirsiyariya piraniya wan êrişan xist stûyê xwe ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Dron û mûşek li van herêm û taxan ketine: Kesnezan, Pîrzîn, Karmend, Sêbîran, Roşinbirî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Silêmanî: Silêmanî, taxa Beranan, kolana 60 metreyî, gundê Zirgêwezê, gundê Zirgêwezeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, hêzên fermandariya Pêşmergeyan, taxa Taslucê û Çiyayê Zimnakoyê.
Dihok: Parzûngeha Petrolê ya Sersingê, kampa Bacid Kenda û gundekî Akrê.
Helebce: Çiyayê Şinruyê.
Şîrove