Li gorî TUİKê bêkarî li Amedê ji sedî 11 e

Dîroka Weşanê: Google News
Li gorî TUİKê bêkarî li Amedê ji sedî 11 e

Li gorî hejmarên ku ji hêla TUİKê ve hatine weşandin, rêjeya bêkariyê li Amedê par ji sedî 11.8 bû. Ev tê vê wateyê ku ji her 100 kesan 11 kes bêkar in.

AMÎDA KURDÎ - TUİK rêjeyên bêkariyê ragihand. Li gorî hejmarên giştî, asta bêkariyê li Tirkiyeyê wekî ji sedî 8.3 hat destnîşankirin. Hejmara bêkarên 15 salî û jortir li gorî sala borî 147 hezar kêm bû û di sala 2025an de gihîşt 2,966,000an. Rêjeya bêkariyê bi 0.4 xalan kêm bû û gihîşt ji sedî 8.3an. Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 6.8 û ji bo jinan ji sedî 11.3 hat destnîşankirin.

Amed li gor rêjeya giştî jortir e

Li Amedê, ku nifûsa wê nêzîkî 2 milyonî ye, bêkarî li gor rêjeya giştî ya Tirkiyeyê jortir e. Rêjeya bêkariyê ku di sala 2022an de 10.5 bû, di sala 2023an de wekî 10.7, di sala 2024an de wekî 8.7 û par jî wekî 11.8 hatiye tomar kirin.

Nêzîkî ji sedî 25

Mehmet Kaya, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, diyar kir ku hejmar ne rast in. Kaya tekez kir ku bêkarî pirsgirêka herî girîng a Amedê ye û got, "Bêkarî li Amedê li gor rêjeya giştî hema hema du qat ji bajarên din ên Tirkiyeyê zêde ye. Ev rêje ji bo jinan digihîje ji sedî 50î. Bêkarî li Amedê di nav nifûsa temenê xebatê de nêzîkî ji sedî 25 û ji bo jinan jî nêzîkî ji sedî 50 e."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove