Li girtîgeha Amedê lêpirsîna Amedsporê dest pê kir

Dîroka Weşanê: Google News
Li girtîgeha Amedê lêpirsîna Amedsporê dest pê kir

Parlamenterê Partiya DEMê Serhat Eren ragihand ku rêveberiya Girtîgeha Vekirî ya Amedê lêpirsînên dîsîplînî daye destpêkirin li dijî girtiyên ku sloganên Amedsporê diavêtin.

AMÎDA KURDÎ - Eren diyar kir ku li dijî nêzîkî 150 girtiyan tedbîrên îdarî hatine destpêkirin û herî kêm 15 ji wan bi lêpirsînên dîsîplînî re rû bi rû mane û sedema vê yekê jî sloganên "Şampiyon Amedspor"ê bû.

Eren ji Wezîr Gurlek pirsî:

Li Girtîgeha Vekirî ya Amedê çend girtî ji ber sloganên li ser şampiyoniya Amedsporê rastî tedbîrên dîsîplînî hatine?

Çend girtî bi lêpirsînên dîsîplînî re rû bi rû mane?

Sûcên dîsîplînî yên îdiakirî yên van girtiyan çi ne?

Li ser çi bingehên qanûnî sloganên "Şampiyon Amedspor" wekî sûcê dîsîplînî hatiye hesibandin?

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove