Li Duisburgê konsera yekem a Kurdî ya hişê çêkirî hat lidarxistin

Dîroka Weşanê: Google News
Li Duisburgê konsera yekem a Kurdî ya hişê çêkirî hat lidarxistin

Li bajarê Duisburgê yê Almanyayê, konsera yekem a Kurdî ya bi teknolojiya hologram û hişê çêkirî hat lidarxistin.

Amîda Kurdî – Konsera ku ji aliyê kompanyaya "Four Unity" ve hat organîzekirin de efsaneyên nemir ên muzîka Kurdî Erdewan Zaxoyî û Mihemed Şêxo bi rêya hişê çêkirî derketin pêşberî guhdaran.

Nêzîkî 200 kesan beşdarî vê çalakiya taybet bûn û bilêtên konserê jî bi 45 heta 65 euroyan hatin firotin.

Beşdarên konserê kêfxweşiya xwe ji kanala Rûdawê re anî ziman û diyar kirin ku dîtina hunermendên nemir ên bi vî awayî bandoreke mezin li wan kiriye.

Welatiyekê hestên xwe wiha anî ziman:

“Ev cara yekem e tiştekî wiha di nav Kurdan de çêdibe, ez gelekî kêfxweş im. Ez ji ber wê yekê hatime da ku vê pêşketina di nav Kurdan de çêdibe bibînim.”

Mamosteya zimanê kurdî Mizgîn Yalçin:

“Ez dixwazim Kurdên me li paş nemînin û her tim bi pêş ve biçin. Ew jî wekî miletên din di warê konseran û teknolojiyê de bibin xwedî asteke bilind.”

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove