AMÎDA KURDÎ – Ajansa Axios û rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) hûrgiliyên daxwazên tund ên Amerîkayê eşkere kirin ku wekî mercê sereke ji bo rêlibergirtina şer hatine pêşkêşkirin.
Li gorî rapora ajansa Axiosê, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û Şêwirmendê Trump Jared Kushner, zêdetirî 3 demjimêran bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re li Cenevreyê civiyan.

Şertên giran ên Washingtonê
Jiholêrakirina navendan: Divê Îran her sê navendên xwe yên sereke yên nukleerî (Fordo, Netenz û Îsfehan) bi temamî ji holê rake.
Radestkirina uranyumê: Divê Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî ku nêzîkî 10 hezar kîlogram (10 ton) e, radestî Amerîkayê bike.
Peymana daîmî: Washington daxwaz dike ku her peymaneke nû divê ji bo heta hetayê be û ti dema wê ya bidawîbûnê nebe, ne wekî ya serdema Obamayê.
Li gorî Wall Street Journalê, Îranê pêşniyar kiriye ku dewlemendkirina uranyumê daxîne asta ji sedî 1,5 an jî ji bo çend salan rawestîne lê Amerîka tekezî li ser "sifir dewlemendkirinê" dike.
Senatorê Komarî Lindsey Graham ji Wall Street Journalê re ragihand:
"Her ramana ku rê bide Îranê ji bo dewlemendkirina kêm, ku tenê ji bo parastina rûyê xwe be, bêqîmet e û divê were redkirin."

Nîşaneyên li Tehranê
Li aliyê din, Axiosê bal kişand ser daxuyaniyeke Elî Şemxanî (Şêwirmendê Bilind ê Elî Xameneyî) ku tê de nivîsiye:
"Eger pirsgirêka sereke ya Amerîkayê çeka nukleerî be, ev yek bi fetwaya Xameneyî û bingeha parastinê ya Îranê re digunce û peymaneke lezgîn li ber dest e."
Şemxanî tekez kir ku desthilata temam dane Eraqçî da ku vê peymanê îmze bike.
Şîrove