Amîda Kurdî – Li Amedsporê kêfa futbolîstan xweş bûye bo ku bo tîmên xwe yên neteweyî hatine vexwendin. Şeş futbolîstên wê ku niha xwe ji bo maça Beşiktaşê amade dikin ji aliye tîmên xwe yên neteweyî ve hatin vexwendin.
Klûba Amedsporê piştî vexwendina van şeş lîstikvanan bo tîmên neteweyî yên welatên wan, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî hat parvekirin de wiha hat gotin: "Em ji bo lîstikvanên xwe yên ku vexwendina tîma neteweyî wergirtine, serkeftinê dixwazin."
Alban Lafont – Peravê Fîlîşî (Ivory Coast)
Lumbardh Dellova – Kosovo
Ermal Krasniqi – Kosovo
Rayan Raveloson – Madagaskar
Rayan Lutin – Komor
Amadou Cisse – Gîne
Şîrove