AMÎDA KURDÎ - Daîreya Park û Baxçeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Xaçerêya Dunyayê ya li ser Bulvara Diclekentê ya girêdayî li navçeya Peyasê dest bi xebata peyzajan kiriye. Bi vê armanc ew e ku bandara avê zêdetir be.
Li Xaçerêya Dunyayê, ku bi tevahî 8 hezar metre çargoşe ye, di qonaxa yekem de xebata binesaziyê tê kirin ku tê de pergalên avdanê hene.

Seheyên hêşînayiyê kêm dibin
Di vê projeyê de dê ji ber parastina avê deverên hêşîn kêm bibe, nebatên deforme dê werin rakirin û ji nû ve têne çandin. Ev nebatên di xaçerêyan de ne dê bo deverên cûda werin veguhestin.
Hat ragihandin ku tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê li xaçerêyên navçeyên Peyas, Rezan, Sûr û Bajarê Nû xebatên xwe yên teserûfa avê bidomînin.
Şîrove