Li Amedê şahiya muzîka Kurdî: Stêrk li ser dika ÇandAmedê ne

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê şahiya muzîka Kurdî: Stêrk li ser dika ÇandAmedê ne

Amed di meha Mijdarê de amadekariya pêşwazîkirina dengên xurt ên muzîka Kurdî dike. Rewşan, Jan Axîn, Avesta û Xêro Abbas, wê bi konserên xwe yên li ÇandAmedê, bi hezkiriyên muzîkê re bibin yek.

Amîda Kurdî - Li Amedê ku çalakiyên çand û hunerê lê kêm nabin, meha Mijdarê wê bibe wekî ziyafeteke muzîkê. Di konserên ku dê li ÇandAmedê werin lidarxistin de, navên pêşeng ên muzîka Kurdî derkevin pêşberî guhdaran. Di çarçoveya çalakiyan de, wê hem melodiyên rock hebin û hem jî şîroveyên hemdem bi hunerhezan re werin ba hev.

Ji Rewşanê pira muzîka hemdem û çanda Kurdî

Rewşan a ku di sala 2018an de bi albûma xwe ya ‘Ax Lê Wesê’ dest bi kariyera xwe ya solo kir û bi albûma ‘Tov’ di lîsteyên 'world music' ên cîhanê de rastî eleqeyeke mezin hat, wê 7ê mijdarê di saet 20.00an de li ÇandAmedê derkeve ser dikê. Rewşan, bi avakirina pirekê di navbera çanda Kurdî û muzîka hemdem de, ji guhdaran re repertuvareke dewlemend pêşkêş dike.

Jan Axîn rockê tîne Amedê

Muzîkjen, stranbêj û bestekarê Kurd Jan Axîn ê ku di 1973yan de li Êlihê ji dayik bûye, 18ê mijdarê di saet 20.00an de derkeve ser dikê. Hunermendê ku bi tarza xwe ya muzîka rock a Kurdî tê naskirin, wê bi guhdarên Amedî re parve bike.

Koma Avesta dê bi hezkiriyên xwe re bicive

Koma Avesta ya ku di sala 2010an de li navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê sê hevalan ve (Metîn, Azad û Umît) hat avakirin, 27ê mijdarê di saet 20.00'an de bi guhdaran re were ba hev. Komê, navê xwe ji Zend Avesta, pirtûka baweriya kevn a Kurdan Zerdeştiyê girtiye.

Xêro Abbas car din li Amedê ye

Yek ji şîrovekarên herî xurt û xweser ê muzîka Kurdî Xêro Abbas, 28ê mijdarê di saet 20.00an de li ÇandAmedê derdikeve ser dike. Hunermendê serkeftî, dê stranên xwe yên pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.  

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove