AMÎDA KURDÎ - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê û Komeleya Rojnamegerên Jinan a Mezopotamyayê li Amedê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî bernameyek lidar xistin. Bernameya ku gelek rojnamegerên Kurd li hev civandin bere xwe da 128 sal berê ku yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê hatibû çapkirin û weşandin. Ev dîrok wek roja Rojnamegeriya Kurdî tê hesibîn û wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Îsal jî ev roj li Amedê li Tac Mahal Kafeyê bi gelek rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin.
Di dîrokê de îro
Ji malbata mîrên Cezîra Botan û Bedirxaniyan, Miqdad Midhet Bedirxan roja 22ê Nîsana 1898an li Qahîre ya paytexta Misrê, yekemîn çapa Rojnameya Kurdistan çap û belav kir û rojnamevaniya Kurdî dest pê kir.
Bi vî awayî, medya û ragihandina Kurdî îro wek 128emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike.
Rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreyê hat weşandin, yekemîn rojnameya Kurdî bû ku bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî weşan dikir.
Di navbera 1989am de heta 1902an de 31 hejmarên Rojnameya Kurdistan di 4 rûpelan de hatin çapkirin. 5 hejmarên destpêkê yên rojnameyê li Qahîreyê hatin çapkirin, lê paşê ji ber zextên dewleta Osmanî, karê çapkirina rojnameyê li Qahîreyê hat rawestandin û piştre li Ewropayê berdewamî bi çakirina rojnameyê hat dan.
Her sal bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî, çendîn merasim û çalakî tên lidarxistin û serkirdeyên Kurd peyamên pîrozbahiyê belav dikin.
Şîrove