Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Cejna Zimanê Kurdî îsal jî bernameyeke ji çalakiyên curbecur amade kir. Çalakiyên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve têne organîzekirin, dê di 10, 15 û 17ê Gulanê de werin lidarxistin.
Bezîn dê were organîzekirin
Çalakiya yekem a bernameyê dê di 10ê Gulanê de were kirin. Di çalakiyê de ku rastî Roja Dayikan tê, beza bi navê "Em ji bo zimanê dayikê dibezin" dê were lidarxistin. Bernameya ku dê saet di 10.00an de dest pê bike, di saet 11.00an de dê starta wê were dayîn û di navbera Sumerpark û Meydana Deriyê Çiyê de were kirin. Di çalakiyê de welatî dê ji bo balê bikişînin ser zimanê kurdî werin ba hev.
Lîstika "Moraşîn" dê were pêşandan
Di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de jî çalakiya şanoyê heye. Lîstika bi navê "Moraşîn" ku dê saet di 20.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were pêşandan, dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Şahiya Ciwan û Zarokan
Di çarçoveya bernameyê de ji bo zarokan jî çalakî hatine amadekirin. "Şahiya Zarok û Ciwanan" a ku dê di 17ê Gulanê de li Sumerparkê were lidarxistin, dê di navbera saet 11.00 û 17.00an de be. Di çalakiyê de dê xebatên atolyeyê, nîşandana kûkelan, muzîk, rîtm, drama û lîstikên zarokan werin organîzekirin.
Şîrove