Li Amedê Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk”

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk”

Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk” ya ku li ser bîra pirtebeqeyî ya Çemê Dîcleyê, veguherînên ekolojîk û berdewamiya kultûrî hûr dibe, di navbera 29ê Adarê û 12ê Nîsanê de li Qesra Cemîlpaşa Mûzexaneya Bajêr a Diyarbekirê bo bînerên xwe tê nîşandan.

AMÎDA KURDÎ - Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk” ya ku ji xebatên Dilan Kaya Taşdelen û Gizem Kıygıyê yên li Amedê pêk hatiye, azmûna du lêkolerên jin bi bîneran parve dike ku ji derve û ji navendê li çemî dinêrin. Pêşangeh, li ser babetên rojane û hessas ên wekî xwegihandina avê, edaleta mekanî, rûxîna derdorî û berdewamiya kultûrî hûr dibe.

Bingeh û fikra pêşangehê di Cotmeha 2025an de ji rêwîtiya 15 rojan a li hewzeya Çemê Dîcleyê pêk tê ku ev hewze di navbera Elezîz, Amed, Batman û Cizîrê de ye. Azmûnên bedenî, kultûrî û ekolojîk ên di sertaserê vê rêwîtiyê de hatine tomarkirin, li gel nebat, deng, dîmen û vegêranên cemaetên di vê rêwîtiyê de rast hatî, vediguherine vegêraneke pirtebeqeyî. Di heman demê de destwerdanên mekanî yên li hewzeyê û rengvedanên van destwerdanan ên di çapemeniyê de jî yek ji pêkhateyên serekî yên pêşangehê ye.

Pêşangeh hem armanc dike ku peywendiya veguher a di navbera komên însan û komên xeyrî însanan de berceste bike hem jî balê bikêşe ser karîgeriya şêweyên hêdî û rasterast ên tundiyê yên li ser ekosîstem û cemaetan.

Pêşangeha “Li Pey Dîcleyê: Bibîranînên Kultûrî û Ekolojîk” bîneran ne tenê wekî çavdêrekî, hemwext wekî beşdarekî binecih dike ku ew hewzeyê bi ser hîs û azmûnên muxtelif re hîs bikin. Bi vî awayî armanca pêşangehê ew e ku ji bo pratîkên kolektîf û pirtebeqeyî yên bibîranînê meydanekê veke.

Pêşangeh, bi piştevaniya serekî ya Fona Piştevaniyê ya Kultûr û Hunerê ya CultureCIVICê ku projeya Yekitiya Ewrûpayê ye û bi tevkariya Sivil Düşün û Şaredariya Mezin a Amedê tê encamdan.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove