AMÎDA KURDÎ - Yekîtîya Dildarên Kurdî (DILKURD) dê roja Yekşemê, 1ê Adarê, saet 13:30an de li Mala Mamosteyan a Amedê panelekî bi navê ‘Kurdî û Perwerde’yê li dar bixe. Akademîsyen, nivîskar, parêzer û lêkolîner dê li hev bicivin daku li ser aliyên cûrbecûr ên ziman û wêjeya Kurdî, dersên bijarte yên li dibistanan û statuya yasayî ya zimanî nîqaş bikin.
Panel dê bi Kurmancî û Zazakî were lidarxistin
Komîteya amadekar ragihand ku pêşkêşkirinên di tevahiya çalakiyê de dê bi zaravayên Zazakî û Kurmancî û bi Tirkî werin kirin.

Serenav, babet û axêver
KURDÎ Û PERWERDE
Nivîskar Roşan Lezgîn: Ziman û Wêjeya Kurdî (Zazakî)
Avûkat Bîlal Zîlan: Li Gor Hiqûqê Cihê Kurdî (Zazakî)
Doç. Dr. Zulkuf Ergun: Ziman û Wêjeya Kurdî (Kurmancî)
Dr. Şehmus Kurt: Perwerdeya Bi Kurdî û Waneyên Hilbijarî (Kurmancî)
Dîrektorê Navenda Xebatan a Kurdan Reha Ruhavioğlu: Rewşa Kurdî (Tirkî)
Dîrok û Cih: 1 Adar 2026, Seet: 13.30
Mala Mamosteyan / AMED
Şîrove