Li Amedê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

Îro serê sibê, di operasyonên ku li navnîşanên cihêreng ên Amedê hatin kirin de, gelek kes hatin desteserkirin. Sedema desteserkirinê hêj nayê zanîn.

Amîda Kurdî – Polîsan li Amedê îro serê sibê, li gorî talîmatên dozgeriyê, li çendîn navnîşanên bajêr operasyonek pêk anîn.

Hat ragihandin ku di dema lêgerîna malan de gelek kes hatine desteserkirin. Hêj derbarê sedema desteserkirinê de tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Hat ragihandin ku kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê û ew niha li wir tên girtin.

Hin ji wan kesên ku hatine desteserkirin ev in: Sibel Kaya, Arzu Karaman, Rozerîn Kurt, Hasan Karsu, Yunus Emre Ergin, Baran Çınar, Murat Sonmez û Mervan Konur.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove