AMÎDA KURDÎ - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amadekariyên xwe ji bo meha pîroz a Remezanê temam kir. Konên fitarê dê di tevahiya Remezanê de li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û Parka Tandır Evi ya li navçeya Rezanê werin danîn. Her roj li van çar cihan bi tevahî 6,500 kes dê bikaribin fitarê werbigirin.

Pakêtên xwarinê yên Remezanê û hûrguliyên xwaringehên gel
Ji bilî konên fitarê, şaredarî dê hewlên xwe yên alîkariya civakî bidomîne û di seranserê Remezanê de pakêtên xwarinê li 1000 malbatên hewcedarî pê heye belav bike. Ji aliyê din ve hate ragihandin ku ‘Xwaringehên Gel’, dê di Remezanê de girtî bimînin û piştî betlaneya Cejna Remezanê dê xizmetê bidomînin.
Şîrove