Amîda Kurdî - Wezîrê Dadê Akın Gurlek, derbarê şeş dozên faîlî meçhulan de hûrgilî parve kir ku ji aliyê Beşa Lêkolîna Sûcên Faîlî Meçhul ve hatine çareserkirin. Gurlek got, "Me perdeya li ser bûyerên faîlî meçhulan rakir ku tê de 52 qurbanî û 7 kesên birîndar di çarçoveya 46 dosyeyan de hebûn"

Analîza DNAyê piştrast kir ku hestiyên li ber çemekî li Bismilê hatibûn dîtin û 12 salan nasnameya wan nehatibû tespîtkirin aîdî Dilek Kalkanê ne. Kalkan di sala 2013an de winda bûbû. Piştî ku doz ji nû ve hate vekirin, şeş ji heft gumanbarên ku têkiliya wan bi bûyerê re dihat texmînkirin hatin desteserkirin û hewldanên ji bo girtina gumanbarê mayî jî berdewam dikin.
Şîrove