AMÎDA KURDÎ - Li navçeya Çermûgê ya Amedê, welatî kevza ku piştî baranê li ser keviran çêdibe wekî cîgirê hineyê bikar tînin.

Hineya xwezayî tê tercîhkirin
Hineya xwezayî, ku bi hatina biharê ve li navçeyê xuya dibe, hîn jî li deverên gundan tê tercîhkirin. Kevza ku bi baranê li ser keviran çêdibe dibe toz û dû re wekî hine tê amadekirin û bikaranîn.

Demek dirêj e heye
Engin Pamukci, ku li Taxa Petekkayayê dijî, li ser hineya xwezayî wiha got:
"Hineya xwezayî ji demên berê ve heye. Ew bîranînek pir xweş e ji zarokatiya me. Ew hîn jî li deverên gundan tê bikar anîn. Wek kevneşopiyekê cih digire din av civata me de"
Şîrove