AMÎDA KURDÎ - Pîrozbahiyên Newrozê ku bi şîara "Newroza Azadî û Demokrasiyê" li Amedê tê lidarxistin, dest pê kirin.
Agirê ku sembola pîrozbahiyan e, ji aliyê jinan ve li ser bircê Ben û Sen a Surê hate pêxistin.
Jinên ku bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî bernameyê bûn, kêfa xwe ya nîşaneya hatina biharê, newrozê anîn ziman.
Di merasîmê de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatiyên ji derdora bajêr amade bûn.
Bi sedan kes li ber bircê Ben û Senê kom bûn û bi muzîkê govend girtin.
Merasîm bi stranên gelêrî bi dawî bû.
Şîrove