AMÎDA KURDÎ - Bi zêdebûna germahiyê re, tîmên Daîreya Zabiteyan a Şaredariyê ji bo misogerkirina rêwîtiya ewle di wesayîtên veguhastina giştî de dest bi kontrolan kirin. Tîm serê sibê ji bo kontrolkirina klîmayê derketin qadan dest bir kar û xebatan kirin.

Di daxuyaniyeke şaredariyê de wiha hat gotin, "Di xebatên ku ji hêla tîmên me ve hatine kirin de pergalên klîmayan yên di wesayîtên veguhastina giştî de hatin kontrolkirin û ajokar li ser rêziknameyan hatin agahdarkirin. Wesayîtên ku kêmasî lê hatine dîtin hatin agahdarkirin û hat bibîrxistin ku bikaranîna klîmayê mecbûrî ye."

Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku gilî û daxwaz bi rêya telefonkirina Xeta Piştgiriyê ya ALO 153 werin kirin.
Şîrove