Li Amedê ‘Firina Nanê Gel’ vedibe

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê ‘Firina Nanê Gel’ vedibe

Şaredariya navçeya Bismilê ya Amedê Firina Nanê Gel vekiriye ku dê rojane 10,000 nanan çêbike. Şaredariya Bajarê Mezin jî dê di demek nêzîk de projeyek bi vî rengî çêbike.

AMÎDA KURDÎ - Şaredariya Bismilê, di bin rêveberiya DEM Partiyê de, merasîma vekirina Firina Nanê Gel li dar xist, ku dê rojane 10,000 nan çêbike.

'Em nanî bi bihayên erzan tînin ser sifreyan'

Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin beriya vekirinê li ber firinê axivî û got, "Bi bingeha Şaredariya Civakî em demek dirêj e li ser dixebitin û em bi bihayên erzan û bi awayekî bi kalîteya bilind nanî tînin ser sifreyan."

Di heman demê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî dê di demeke nêzîk de firineke nanê gel veke. Firin dê rojane 100,000 nanan çêbike.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove