Li Amedê 90 kes dê bên îstîhdamkirin: Divê Kurmancî û Zazakî bizanin

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê 90 kes dê bên îstîhdamkirin: Divê Kurmancî û Zazakî bizanin

Şaredariya Peyasê ya li Amedê, ji bo cûrbecûr warên pîşeyî, dê 90 karmendan bi awayekî demkî bide xebitandin. Şaredariyê diyar kiriye ku divê namzet di zaravayên Kurmancî û Zazakî de xwedî asteke pêşketî bin.

Amîda Kurdî - Şaredariya Peyasê ya Amedê ragihand ku bi rêya şîrketa xwe ya girêdayî, ‘Personel A.Ş.’, dê bi giştî 90 kesan bide xebitandin. Di vê pêvajoya wergirtina karmendan de ku warên wekî mamosteyên ziman, veterîner, endezyar û xebatkarên teknîkî bi taybetî tê xwestin ku namzet di asteke baş Kurmancî û Zazakî bizanibin.

Kîjan pozîsyon tên dagirtin û çend kes dê bên girtin?

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, ji 90 pozîsyonan 66 jê ji bo karkerên bedenî ne. Pozîsyonên din jî ev in: 2 mamosteyên zimanê Kurmancî/Zazakî, 2 mamosteyên matematîkê, 3 mamosteyên perwerdeya pêşdibistanê, 1 mamosteyê Îngilîzî, 1 mamosteyê perwerdeya taybet, 2 terapîstên lîstikê, 1 civaknas, 1 psîkolog, 1 xebatkarê civakî, 3 veterîner, 1 teknîsyenê veterîneriyê, 1 plankerê bajar, 1 endezyarê elektrîkê, 1 elektrîkvanê otomobîlan, 1 operatorê komputerê, 1 operatorê makîneyên giran û 1 xebatkarê karûbarên piştgiriyê.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove