AMÎDA KURDÎ - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, Dr. Çağdaş Ozdemir, bijîşkê jinan û serbijîjkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê, piştî temamkirina prosedurên pêwîst, bo dadgehê hat sewqkirin.

Lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê, xwendekara Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zaningeha Munzurê ku ji 5ê Çileya 2020an vir ve winda ye didome. 13 gumanbar hatine binçavkirin û 10 kes hatin girtin.

Di heman demê de bijîşkê sereke yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê yê wê demê Dr. Çagdaş Ozdemir li ser fermana dozgeriyê ji aliyê tîmên Şaxa Sûcên Rêxistinî ya Daîreya Polîsan a Bursayê ve hate binçavkirin. Ozdemir ku ji Bursayê anîn Dêrsîmê û li Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Dêrsîmê îfadeya wî hate girtin, sewqî dadgehê hate kirin.
Şîrove