Kurmancî Here Gulê û niha jî Zindan û Jiyan

Dîroka Weşanê: Google News
Kurmancî Here Gulê û niha jî Zindan û Jiyan

Kurmancî Here Gulê di nava çend hefteyan de peyva "Kurmancî" berbelav kir li seranserî cîhanê û afirînerên vê stranê bi navê Zindan û Jiyanê amdekariya straneke din dikin.

AMÎDA KURDÎ – Luam û Bariş Korkmaz (Paix) afirîner û çêkerên stranên Kurmancî Here Gulê tevlî bernameyeke Rudawê bûn û behsa vê pêvajoyê û projeyên xwe kirin.

Luamê ji Rûdawê re diyar kir ku armanca projeya wan "dayîna dengê ya wan çandan e ku kes guh nade wan".

Luamê qala karê xwe kir û got:

"Tenê ji bo dîtina wî dengê resen û xav, me bi hefteyan xebat kir. Dema me cara ewil dengê Hîvayê bihîst, em bêdeng man. Me yekser zanî ku ev ew ruh e ku me dixwest. Her tişt ji ramanekê dest pê kir. Ew jî afirandina hunermendekî Kurd û xistina ruhî nav projeya me bû."

Paix ku navê wî bi Fransî tê wateya "Aştî", muzîkjenekî profesyonel e. Ew ji 14 saliya xwe ve di nav cîhana huner û muzîkê de ye. Paix 5 amûrên muzîkê bi kar tîne û ji bo stêrkên mezin ên cîhanê muzîk çêkiriye. Tevî vî nav û dengî, Paix hildibijêre ku maskeyekê bide ser rûyê xwe û Alaya Kurdistanê bide ser milê xwe. Ji bo wî maske ne tenê amûrek e ji bo veşartina rûyê wî, sembola birîneke kûr a neteweya wî ye.

Paixî diyar kir:

"Ez naxwazim rûyê xwe nîşan bidim heta ku ez di jiyanê de negihêjim armancên xwe. Yek ji wan armancan ew e ku ez di aştiyê de bijîm û êdî nebînim ku gelê min yan gelên din tên çewisandin. Heta wê demê ez rûyê xwe nîşan nadim."

Bariş û Luam bi strana xwe ya nû ya bi navê "Zindan û Jiyan" ku hefteya bê belav dibe, dixwazin careke din tîniya cîhanê bi straneke din a Kurdî bişikînin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove